Merheba ji we re xwîner û şopînerên Rojnameya Malabadê.
Ji niha şûn ve bi navê quncikê xwe yê “Qaqilok” dem deman bi mijarên cûda ez ê derkevim pêşberî we û her carê bala we bikişînim ser tiştekî.
Çi bala min bikişîne û di serê min de hin pirsan ava bike, ez ê li ser rawestim û bi we re jî parve bikim.
Ji ber ku nivîsa min a yekemîn e, ez ê zêde dirêj nekim. Bi destûra we dixwazim tenê qala çîroka navê quncikê xwe bikim û bala we bikişînim ser peyva qaqilokê.
Qaqilok giyayeke û biharan şîn dibe. Weke kartol û teviran ew jî di bin axê de berhem dide. Koka wê bi qasî xarekê mezin dibe û di mehên biharê de li nav zeviyên nîskan zîl dide.
Dema ku em zarok bûn me qaqilokê bi darikekî bi qasî bihostekê dirêj berhev dikirin.
Çawa ku mirov diçû baqilan wisa bi qefle bi qefle diçû qaqilokan jî.
Piştî ku me ew berhev dikirin dianî li ber avê dişûşt û bi diranan xeşûr dikir.
Qaçilek wê yê zirav ku qet diranan nediêşand hebû.
Nava qaqilokê pempe bû û temeke wê ya xweş hebû.
Ev çandeke zarokatiya me bû.
Mixabin zarokên niha ne diçin baqilan û ne jî diçin qaqilokan.
Bêguman astengiya herî mezin a li dijî çûna zarokan a qaqilokan dermanên çandiniyê ne.
Ji ber ku di salên dawîn de di asteke bilind de çandinî tên dermankirin gelek giha ango fikiyên ku deng û reng didan zarokatiya me li ber tunebûnê ne.
Di salên dawîn de gelek dixwazim wan bibînim lê tevî ku li wan digerim jî qet leqayî qaqilokan nayim.
Bi armanca jiyandina vê çanda zarokatiya xwe min xwest ku navê quncikê xwe qaqilok deynim.
Her çiqas dermanên çandiniyê yên ji ber kara zêde ji aliyê cotkaran ve tên bikaranîn qaqilokan ji nav zeviyan “paqij” bikin jî divê ku nikaribin ji mêjiyê me paqij bikin.
Lewre mêjî bi “gemar”ên bi vî rengî xweş e!
Di rastiyê de tişta ku tê paqijkirin ne qaqilok e.
A ji holê tê rakirin “paqijkirin”a rabirdûya zarokatiya me ye.
Tişta ku dixwazim bibêjim; her paqijî ne baş e, her paqijî ne xweş e, her paqijî ne rast e.
Werin em bi hev re li dijî paqijiyên berovajîkirî derkevin û peyvên tesîr li zarokatiya me kirine xwedî derkevin û bi wesîleyên cûda wan bidin jiyandin.
Biminîn di nav xêr û xweşiyê de!
Di nivîsa xwe ya bê de ez ê li ser pereavêtina di dewetan de rawestim.